Awustralya 17 jin û zarokên DAIŞê ji kampa Roj vedigerîne 1 demjimêr berê

Awustralya dest bi vegerandina jin û zarokên DAIŞê yên li kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê dimînin kir.

28 Cotmeh 2022 - 07:55
28 Cotmeh 2022 - 07:55
 0
Awustralya 17 jin û zarokên DAIŞê ji kampa Roj vedigerîne 1 demjimêr berê

Medya Awustralyayê ABC ragihand ku roja pêncşemê çar jin û 13 zarokên Awustralyayî ji kampa Roj a li Heseka Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û ji bo Iraqê hatine veguhastin da ku ji Iraqê ew bişînin Awusturalyayê.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese derbarê vegerandina jin û zarokan de red kir ku bi eşkereyî li ser vê mijarê şîrove bike, û got ku ew ê şîretên ajansa ewlehiya neteweyî bişopîne. Albanese wiha berdewam kir “Hikûmeta min dê her gav ji bo ewlekariya Awustralyayan tevbigere û dê her gav li gorî şîreta saziyên ewlehiya neteweyî tevbigere.”

Heriwha Wezîra Navxwe ya Awustralyayê Clare O'Neil jî red kir ku şîrove bike û wiha got “Ji ber xwezaya hestiyar a mijarên têkildar, şîrovekirina bêtir neguncaw e.”

ABC ragihand ku zêdetirî 60 jin û zarokên DAIŞê yên Awustralyayî ku piraniya wan li Sûriyê ji dayikbûne ji Adara 2019an ve piştî ku DAIŞ têk çû li kampên Hol û Rojê tên girtin.

Ji sala 2019an ve zêdetirî 25 welatan bi dehan welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine welatê xwe.

Ev nûçe bi tevahî 633 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:44:51