Axios: Amerîka û Îran gotûbêjan ji bo agirbesteke 45 rojî dikin

Malpera "Axios" a Amerîkî aşkere kir, Amerîka û Îran bi piştgiriya komek welatên navbeynkar, li ser şert û mercên agirbesteke gengaz a ji bo 45 rojan gotûbêjan dikin.

6 Avrêl 2026 - 10:40
6 Avrêl 2026 - 10:40
 0
Axios: Amerîka û Îran gotûbêjan ji bo agirbesteke 45 rojî dikin

Li gorî rapora malpera Axiosê ku îro 6ê Nîsana 2026an, hatiye weşandin; ev hewla Washington û Tehranê wek "derfeta dawî" tê dîtin, da ku rê li ber kûrbûna şer û gurkirina pevçûnên leşkerî yên li navçeyê bê girtin.

Her çend hewlên dîplomatîk bi dijwarî berdewam dikin jî, çavkaniyên agahdar ji Axiosê re ragihandine: "Di nava 48 saetên bê de, şansê gihîştina rêkeftineke dawî û rasteqîn gelekî kêm e." Tê gotin ku hîn gelek xalên nakok di navbera aliyan de mane ku nehatine çareserkirin.

Ev liv û tevgera dîplomatîk di demekê de ye, Rojhilata Navîn li ber deriyê şerekî berfireh e. Welatên navbeynkar hewl didin bi rêya vê agirbesta demkî (45 rojî), dem û derfetekê ji bo çareseriyên siyasî peyda bikin û rageşiya ku navçeyê ber bi karesatê ve dibe, kêm bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:44:03