Bahçelî: Eger pêwîst bike divê endamên Komîsyonê herin Îmraliyê
Serokê Giştî yê MHPyê li civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û got, "Eger pêwîst bike divê endamên Komîsyonê herin Îmraliyê.”

Serokê Giştî yê MHPyê li civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyêl axivî û got, "Eger pêwîst bike divê endamên Komîsyonê herin Îmraliyê.”
Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku şandeyeke ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê (Komîsyon) biçe Îmraliyê û rasterast bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Bahçelî her wiha bangî Ocalan kir ku bangî HSD/YPGyê jî bike da ku çekan deynin.
Serokê Giştî yê MHPyê behsa xebatên pêvajoya çareseriyê kir û wiha domand:
“Haya me ji xebatên Komîsonê hene heta niha Komîsyonê 13 civîn pêk anîne.
Komîsyon dê sibe jî civîna xwe pêk bîne û em ji nêzîk ve xebatên Komîsyonê dişopînin.
Êdî dê xebatên yasayî dest pê bikin. Êdî dema me nîne ku em ti kesî feda bikin.
Divê kesên ku tevlî çalakiyên çekdarî nebûne malbatên xwe hembêz bikin.
PKKyê hebûna xwe ya rêxistinî qedandiye. Banga Îmraliyê hemû koman li xwe digire.
Eger pêwîst bike divê endamên Komîsyonê herin Îmraliyê.
Tirkiye li ber zayîneke pîroz e. Dibe ku sanciyên vê zayînê hebin, şaşfêmkirin çêbibin, sînor jî tengezar bibin.
Lê bi sebir, sebat û xwînsariyê, hevgirtina me ya di hezkirina welat û milet de, ji bo çareserkirina her pirsgirêkê bes e.
Tenê bila em ji rota samîmiyet û durustiyê dernekevin."
Bahçelî diyar kir ku armanca pêvajoyê ew e ku tovên nifaqê yên ku dixwazin di navbera Tirk û Kurdan de biçînin, bên rizandin û astengiyên cudakariyê bên rûxandin.
Devlet Bahçelî di berdewamiyê jî de got, "Birayên me yên Kurd ti pêwendiya wan a nêzîk û dûr bi terorê re nîne.
Kî hebe ku bi sedemên cuda hatiye xapandin, tevlî sûcan nebûbe û di çalakiyeke çekdarî de cih negirtibe, divê were û malbata xwe hembêz bike.
Cihê ku çek lê hebe siyaset nîne. Heke siyaset were kirin, divê hemû çek werin şewitandin."
Pêşniyara çûna Îmraliyê
Serokê Giştî yê MHPyê rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de bi bîr xist û wiha domand:
“Serokatiya damezrîner a PKKyê destê xwe xistiye bin kevir. PKKyê piştî banga 27ê Sibatê di 12ê Gulanê de çek danî û hebûna xwe bi dawî kir. Komeke PKKyê di 11ê Tîrmehê de çek şewitandin.
HSD/YPGya ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê qadeke bandorê ava kiriye, hîn çek danenîne û guh nedaye banga Îmraliyê.
Li gorî têgihiştina me, banga Îmraliyê, li gel PKKyê hemû pêkhateyên terora cudaxwaz li xwe digire."
Serokê MHPyê bnagî Ocalan jî kir û got, "Hêviya min ev e, rêbertiya damezrîner a PKKyê divê rasterast bi heman naverokê bangî HSD/YPGyê bike û bixwaze ku li gorî mutabeqata 10ê Adarê ya bi rêvebiriya Şamê re hatiye îmzekirin tevbigerin.
Eger pêwîst be, komeke parlamenterên ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê divê biçe Îmraliyê û hevdîtineke rûbirû pêk bîne.
Divê peyam ji devê yekem werin wergirtin û bi raya giştî re werin parvekirin. Ez di vê yekê de ti astengiyan nabînim."
Bahçelî da zanîn ku divê zemîneke muzakereyê ya berfireh û realîst ji bo sererastkirinên siyasî û hiqûqî were avakirin û got, "Divê her kes were guhdarîkirin û nexşerêya herî ewle were diyarkirin. Em kêfxweş in ku em dibînin wisa tê kirin."
Nûvekirina herî dawî: 18:22:02