Balafirên Îsraîlê êrişî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir

Balafirên Îsraîlê êrişî du baregehên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yê li parêzgeha Tertûsê kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin.

14 Îlon 2023 - 02:57
14 Îlon 2023 - 02:57
 0
Balafirên Îsraîlê êrişî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê êrişî 2 baregehên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yên li parêzgeha Tertûsê kir.

5 efserên Hêza Parastina Esmanî birîndar in

SOHRê diyar kir ku di êrişê de 3 kes hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn ku di nav wan de 5 efserên Hêza Parastina Esmanî jî hene.

Li gorî SOHRê di êrişa balafirên Îsraîlê de cebilxaneyeke Hizbullaha Libnanê jî hatiye armanckirin.

Ji destpêka sala 2023yan ve Îsraîlê 27 caran êrişî axa Sûriyeyê kiriye.

Di encamê de 65 baregeh û bingehên serbazî îmha kirin.

Îsraîlê herwiha 64 serbaz, çekdar û efser kuştin û 77 kes jî birîndar kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1151 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:00:44