Balafirên şer ên Tirk Efrinê bombebaran kirin

Dengê balafirên şer li navçeyên Reyhanli û Kirikhan a Entaqyayê hate bihîstin. Balafirên şer li ser sînorê Sûriyeyê dest bi bombebaranê kirin.

20 Çile 2018 - 11:29
20 Çile 2018 - 11:29
 0
Balafirên şer ên Tirk Efrinê bombebaran kirin

Li gor ajansa nûçeyan a AAyê li xeta sînor a navbera Reyhanli û Kirikhana navçeyên Hatayê dengê firokeyan hatine bihîstin û piştre firokeyên Tirkiyê dest bi bombebarankirina derdora Efrînê kirine.

Herwiha li gor zanyariyan firokeyên şer ên Tirkiyê gundewarên Efrînê yên weke Şêrawa, Şerra û gundewarê Cendrîsê û Raco bombebaran dikin û liv û tevgereke zêde ya firokeyên Tirkiyê li ser esmanê Efrînê heye.

Hat diyarkirin ku hinek hêzên Artêşa Sûriyeya Azad jî ketine Efrînê.

Agahî tên...

Ev nûçe bi tevahî 1329 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:03:39