Balafirên Amerîkayê bi fermana Biden grûpên li Sûriyeyê bombebaran kirin

Bi fermana rasterast a Joe Biden, du balafirên şer ên Amerîkayê grûpên çekdar ên li Sûriyeyê bombebaran kirin.

9 Mijdar 2023 - 02:53
9 Mijdar 2023 - 02:53
 0
Balafirên Amerîkayê bi fermana Biden grûpên li Sûriyeyê bombebaran kirin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bombebaran bersivek e ji bo grûpên ku Îran piştgiriya wan dike ku baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Îraqê dikin armanc.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin roja çarşemê got ku bi fermana rasterast a Serokê Amerîkayê Joe Biden, baregehên grûpên çekdar ên girêdayî Pasdarên Îranê ji aliyê balafirên Amerîkî ve hatine armancgirtin.

Austin got “Êriş ji aliyê du balafirên F-15 ve li dijî depoyeke çekan weki tedbîra xweparastinê hat kirin.”

Wezîrê Parastinê anî ziman, “Ji bo Serok tiştek ji ewlehiya leşkerên Amerîkî girîngtir nîne û fermana êrişa îro peyamek eşkere ye ku Amerîka dê xwe, hêz û berjewendiyên xwe biparêze.”

Herwiha Austin di daxuyaniyê de got, “Amerîka bi temamî amade ye ku gavên din ji bo parastina hêz û baregehên xwe bavêje.”

Ev nûçe bi tevahî 1052 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:31:02