Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê: Nifşê duyem ê DAIŞê tê çekdarkirin

Alina Romanowski eşkere kir, DAIŞ li Sûriyê nifşê duyem ji bo şerkirinê amade dike, loma metirsiya vê rêxistina terorê, bi dawî nebûye.

8 Tîrmeh 2022 - 04:13
8 Tîrmeh 2022 - 04:13
 0
Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê: Nifşê duyem ê DAIŞê tê çekdarkirin

Alina Romanowski ji medyaya fermî ya Iraqê re ragihandiye, pêwendiyên ewlehiyê yên navbera Washington û Bexdayê, pişta xwe bi rêkeftina stratejîk ve girê dide, ku pêşkêşkirina perwerde û rahênanê bo Artêşa Iraqê û dayîna şêwira ewlehiyê ye.

Romanowski eşkere kir: “Erkê min ê sereke, pêşkêşkirina piştevaniya hevbeş e, ku di rêkeftina stratejîk de hatiye diyarkirin, em ê hinek xalên vê rêkeftinê jî aktîv bikin, weke guhertina erkê me yê serbazî bo şêwirmendiyê.”

Alina Romanowski tekez kiriye ku erkê sereke yê Amerîkayê li Iraqê jinavbirina DAIŞê ye.

Ev nûçe bi tevahî 1018 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:28:29