Balyozê Rûsyayê: Di her rewşê de aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e

Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev di hevdîtina li gel Serok Barzanî de ragihand ku welatê wî di her rewşê de bi giringî li pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re dinêre û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo wan gelekî girîng e.

10 Îlon 2026 - 10:51
10 Îlon 2026 - 10:51
 0
Balyozê Rûsyayê: Di her rewşê de aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev pêşwazî kir.

Kutrashev ji ber bidawîhatina dema peywira xwe û ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Spasiya saziyên Herêma Kurdistanê kir

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Balyozê Rûsyayê spasiya Serok Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê kir ku di dema karê wî de ji bo serxistina erkên wî alîkar û hevaheng bûn.

Balyozê Rûsyayê her wiha pesnê hewlên serkirdayetiya Herêma Kurdistanê da ku nehiştiye Herêma Kurdistanê bibe parçeyek ji wan pirsgirêk û aloziyên li herêmê hene.

Pêwendiyên dîrokî yên Kurdistan û Rûsyayê

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî amaje bi qonaxên giring ên pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê yên di sed salên borî de kir.

Serok Barzanî destxweşî li Balyozê Rûsyayê kir ku di dema xebata xwe de ji bo bipêşxistina pêwendiyên her du aliyan roleke girîng lîstiye û di kar û peywirên paşerojê de serkeftin jê re xwest.

Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan balê kişand ser rewşa siyasî û aloziyên li herêmê û bandora wan a li ser paşeroj û aramiya Îraq û herêmê.

 

Ev nûçe bi tevahî 45 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:41:21