Berdevkê Kremlînê: Em ji ber bihêzbûna grûpên terorîst li Sûriyê nîgeran in

Li ser liv û tevgerên grûpên terorîst li Sûriyê, Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov ragihand, Rûsya ji ber bihêzbûna grûpên terorîst li Sûriyê nîgeran e.

28 Cotmeh 2022 - 07:51
28 Cotmeh 2022 - 07:51
 0
Berdevkê Kremlînê: Em ji ber bihêzbûna grûpên terorîst li Sûriyê nîgeran in

Li ser liv û tevgerên grûpên terorîst li Sûriyê, Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov ragihand, Rûsya ji ber bihêzbûna grûpên terorîst li Sûriyê nîgeran e û Moskow di alîkarîkirina Şamê bo rûbirûbûna grûpên terorîst de berdewam dibe.

Berdevkê Koşka Kremlînê Dimitri Peskov ji Kurdistan24ê re ragihand: “Mixabin em agahdar in ku li sînorê welatê Sûriyê grûpên terorîst hîn jî liv û tevgerên wan û çalakiyên wan hene.”

Dimitri Peskov diyar kir: “Rûsyayê hewlên baş da ji bo rizgarkirina Sûriyê ji destê grûpên terorîst, em bihêzbûna wan wek nêyênî dibînin û Moskow di alîkarîkirina Sûriyê bo rûbirûbûna grûpên terorîst de berdewam dibe.”

Ev nûçe bi tevahî 552 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:21:39