Berhem Salih bo cara sêyem beşdarî civînên rêveberiyê nake!

Cara sêyeme cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê YNKê beşdarî li civînên encûmena rêveberiya YNKê nake.

22 Sibat 2017 - 09:51
22 Sibat 2017 - 09:51
 0
Berhem Salih bo cara sêyem beşdarî civînên rêveberiyê nake!

Îro 22.02.2017ê encûmena rêveberiya YNKê bi serpereştiya cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî de, bo gotûbêj kirina ser projeya heşt xalî a YNKê civiya.

Civîn di polîtburoya YNKê ya li Silêmaniyê pêktê û li gor zanyariyên berdest, mijara serekî ya civînê gotûbêj kirin û dengdane li ser proseya heşt xalan pêktê ya çareseriya rewşa siyasî û darayî ya herêma Kurdistanê ye.

Cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê YNKê Berhem Salih cara sêyeme beşdarî civînan nabe, herwaha Şêx Cefer Şêx Mistefa û Necmedîn Kerîm ji ber li dervey welatin beşdarê civînê nebûn.

Ev nûçe bi tevahî 1285 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:50:32