Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka: Pêwendiyên Amerîka û YPGê demkî û taktîkî ne

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, pêwendiyên Amerîka bi YPGê re demkî û taktîkî ne û Amerîka ti sozek nedaye YPGê.

18 Gulan 2017 - 06:02
18 Gulan 2017 - 06:02
 0
Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka: Pêwendiyên Amerîka û YPGê demkî û taktîkî ne

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Jonathan Cohen di panêlekê de li Enstîtuya Rojhilat Navîn li Waşingtonê gotarek pêşkêş kir.

Cohen li ser pêwendiyên Amerîka û YPGê got, pêwendiyên Amerîka û YPGê demkî û taktîkî ne. Di şerê DAIŞê de wan bixwe xwastiye şer bikin. Helbet hedefeka me ya hevbeş heye ew jî şikandina rêxistina terorîstî ya DAIŞê.

Wî rayedarê Amerîkî anî ziman ku Amerîka ti sozek jî nedaye YPGê û got, ew şer dikin û Amerîka jî di warê serbazî de alîkariya wan dike, ji wê zêdetir tiştekî din tine.

Ev nûçe bi tevahî 1228 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:43:43