Berxwedana Îslamî ya Îraqê jî agirbest ragihand

Komên çekdar ên Îraqê yên ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" pênase dikin, biryar da ku êrişên xwe du hefteyan rawestînin.

8 Avrêl 2026 - 10:04
8 Avrêl 2026 - 10:04
 0
Berxwedana Îslamî ya Îraqê jî agirbest ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesteke du hefteyî ya li gel Îranê ragihand.

Piştî vê yekê, "Berxwedana Îslamî" jî îro daxuyaniyek belav kir.

Ev enî ji hinek komên çekdar ên Şîe yên Îraqê pêk tê ku bi Komara Îslamî ya Îranê ve girêdayî ne.

831 êriş di 39 rojan de

"Berxwedana Îslamî ya Îraqê" ji 28ê Sibatê ve (şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê dest pê kir) ji bo piştgirîdayîna Îranê êrişî baregeh û nûneratiyên dîplomatîk ên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê kir.

Wê komê di 39 rojên şer de berpirsyariya 831 êrişan xiste stûyê xwe.

Piraniya wan êrişan bi dron û mûşekan li Îraq û herêmê hatine encamdan.

Komên di nav "Berxwedana Îslamî" de berpirsyariya piraniya wan êrişan girt ser xwe ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:04:59