Bexda amadehiya xwepêşandaneke bi milyonî dike

Hat ragihandin ku îro li Bexdayê ji bo xwepêşandeke bi milyonî li qada Tehrîrê were lidarxistin amadehî têne kirin.

24 Adar 2017 - 05:01
24 Adar 2017 - 05:01
 0
Bexda amadehiya xwepêşandaneke bi milyonî dike

Li gorî nûçeya kanala Rûdawê tê pêşbînîkirin ku îro li qada Tehrîr a Bexdayê xwepêşandeneke bi milyonî were lidarxistin.

Li ser daxwaza Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro roja înê li Meydana Tehrîr a Bexdayê piştî nimêja înê dê xwepêşandaneke mezin bê lidarxistin. Li gorî pêşbîniyan dê ew wepêşandan bi milyonî be.

Hat raghandin ku ji şeva pêncşemê ve amadekariyên xwepêşandanê hatine kirin û biryare Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di xwepêşandanê de amade be û gotarekê pêşkêş bike. Li gorî zanyariyan zêdetirî 5 hezar hêzên ewlehî niha ji bo bergirî qada xwepêşandanê diparêzin û ji hemû aliyên Iraqê hemwelatî diherikin qada xwepêşandanê.

Ev nûçe bi tevahî 1748 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:46:15