Bi fermana Mesrûr Barzanî, piroseya bankkirina mûçeyên mûçexuran bo ser Wezareta Darayî tê veguhastin

Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piroseya bankkirina mûçeyên mûçexuran ‘Hejmara Min’ ji bo ser Wezareta Darayî û Aborî tê veguhastin.

21 Avrêl 2025 - 11:06
21 Avrêl 2025 - 11:06
 0
Bi fermana Mesrûr Barzanî, piroseya bankkirina mûçeyên mûçexuran bo ser Wezareta Darayî tê veguhastin

Îro (Duşem, 21.04.2025) di nivîsarekê de, ku Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah îmza kiriye, li ser fermana Serokê Civata Wezîran, biryar li ser veguhastina piroseya bankkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ‘Hejmara Min’ bo ser Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat dan.

Ew wezaret jî dê ji bo birêvebirina wê pirojeyê serpişk be, ji ber qanûn û rênimayên berkar ên Banka Navendî ya Federalî û hejmarên bankan ên mûçexuran dê parastî bin, li dû eynî qanûn û rênimayên Banka Navendî ya Federalî.

Ev nûçe bi tevahî 223 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:51