Li Silêmaniyê êrişî kampa Komeleyê hat kirin
Berpirsekî Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê yê li herêma Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê da zanîn ku bi sê mûşekan êrişî wan hatiye kirin.
Berpirsekî Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê yê li herêma Zirgwêzeleyê ya parêzgeha Silêmaniyê da zanîn ku bi sê mûşekan êrişî wan hatiye kirin.
Qaymeqamê Helebceyê jî nûçeyên hebûna bombebaranê yên li ser sînorê xwe red kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê Elî Rencberî îro ji ajansa Rûdawê re got:
"Îro berê sibehê saet 03:10an êrişî kampa malbatên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê ya li herêma Zirgwêzeleyê hat kirin. Di êrişê de ti xisara canî çênebû."
Li gorî gotina Rencberî, êriş bi sê mûşekan hatiye kirin.
Qaymeqamê Helebceyê nûçeyên êrişê red kirin
Her îro îdiayên li ser êrişeke bi dronê ya li Helebceyê jî belav bûn.
Lê belê Qaymeqamê Helebceyê Simko Salar ji Rûdawê re ragihand, "Li ser parêzgeham me ti êriş çênebûye."
Nûvekirina herî dawî: 15:54:57