Biraziyê Ahmet Turk hat kuştin

Biraziyê siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê bi navê Huseyîn Rêber Turk li Mêrsînê hat kuştin.

29 Çile 2025 - 07:50
29 Çile 2025 - 07:50
 0
Biraziyê Ahmet Turk hat kuştin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Huseyîn Rêber Turk di êrişeke bi çekan de hatiye kuştin.

Huseyîn Rêber Turk (29) duh li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li çarxerêya Kopruluyê ya li taxa Karaduvarê rastî êrişa çekdarî hat.

Di êrişê de Huseyîn Rêber Turk canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Tedawiya kesê ku di êrişê de birîndar bûye jî didome. 

Nasnameya êrişkaran heta niha nehatiye zanîn. 

Cenazeyê Huseyîn Rêber Turk dê li Mêrdînê bê veşartin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1501 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:35:45