Brett McGurk, bi kêfxweşî pêşwaziya diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê kir

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê Brett McGurkî ragihand ku bi dilxweşî pêşwaziya destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dikin.

20 Cotmeh 2017 - 04:43
20 Cotmeh 2017 - 04:43
 0
Brett McGurk, bi kêfxweşî pêşwaziya diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê kir

McGurkî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, bi xweşî pêşwaziya bangên diyalogê yên Bexda û Hewlêrê dikin daku hemû kêşeyên mayî li gorî destûrê çareser bikin.

​Duh Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talabanî civiyabû. Di civînê de mijarên dawî hatibûn nirxandin û hatibû ragihandin ku \"Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevkarî û tifaqê de em amade ne bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwiha em ji raya giştî ya navnetewî jî daxwaz dikin ku di dema diyalog û muzakereyan de navbeynkariya me bikin.\"

Ev nûçe bi tevahî 1594 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:26:04