Çalakvanên mafên mirovan ên Îranê: Di xwepêşandanan de nêzî 70 zarok hatin kuştin

Zarok di nav 110 rojên borî de bûne qurbaniyên sereke yên tepeserkirina xwepêşandanên Îranê. Di van xwepêşandanan de ji zarokên 2 salî heta ciwanên 17 salî hatine kuştin û bi dehan zarok jî hatine girtin. Lê belê li ser hejmara zarokên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine kuştin an jî hatine binçavkirin, ti amarên fermî nînin.

5 Çile 2023 - 04:29
5 Çile 2023 - 04:29
 0
Çalakvanên mafên mirovan ên Îranê: Di xwepêşandanan de nêzî 70 zarok hatin kuştin

Encûmena Piştevaniya Mafên Zarokan di nameyekê de ji Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê Gulamhusên Muhsên Îjeyî re daxwaz jê kir ku amarên hûr û rast derbarê kuştin û desteserkirina zarokan ji roja yekem a xwepêşandanan ve belav bike.

Di nameyê de hatiye, gelekî giring e amaran û şefafiyet derbarê dezgehên ewlekarî yên ku ev zarok girtine bêne belav kirin û rewşa zarokan bêne şopandin, ji bo alîkariya yasayî ji wan re bê pêşkêşkirin.

Encûmena Piştgiriya Mafên Zarokan, rexne li bêparkirina van zarokan ji azadiya danîna parêzeran ji xwe girt û got, gelek parêzerên dilsoz amade ne bê pere berevaniyê li mafên van zarokan bikin.

Li gorî rapora herî dawî ya Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, di xwepêşandanên 110 rojan ên li bajarên Îranê de, herî kêm 70 zarok hatine kuştin, lê vê rêxistinê hejmara zarokên li Îranê hatine binçavkirin aşkere nekir. Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw jî ragihand, di wê heyamê de 14 zarok li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 162 zarok jî hatine girtin.

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:48:17