Çekdarên Firqeya Hemze li Babê êrîşî dibistanekê kirin

Çekdarên Firqeya Hemze êrîşî dibistaneke Babê kirine û li xwendekarekî dane û êrîşî rêveberê dibistanekê jî kirin.

15 Avrêl 2023 - 04:55
15 Avrêl 2023 - 04:55
 0
Çekdarên Firqeya Hemze li Babê êrîşî dibistanekê kirin

Çavkaniyên xwecihî ji Babê belav kirine ku ji ber bûyereke trafîkê ku di navbera zarokekî 12 salî dema ku ji dibistanan Binyan ya Babê vedigeriya û di navbera çekdarekî Firqeya Hemze bi navê Mistefa el-Eşqer de çêbûye, wî çekdarî bi tundî li zarok daye berî ku rêveberê dibistanê, wî ji nav destê çekdarî rizgar bike.

Piştî wê yekê Mistefa el-Eşqer diçe û çend çekdarên din yê Firqeya Hemzat tîne û êrîşî rêveberê dibistanê dikin û gule ber bi asman ve ditqînin.

Ev bûyer bû sedema karvednên tund li ser torên civakî û xelkê navçeyê daxwaz ji aliyên berpris dikin ku sînorek ji van binpêkirina re bê danîn.

Ev nûçe bi tevahî 578 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:57:46