Çekdarên PKKê li Helebê keçeka Efrînî revandin

Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser PKKê ve ji berî hefteyekê ve zarokeke din a 14 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandiye û ew birine navendeke leşkerî.

25 Tîrmeh 2022 - 04:35
25 Tîrmeh 2022 - 04:35
 0
Çekdarên PKKê li Helebê keçeka Efrînî revandin

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrê ragihand, keça 14 salî Emîra Xalid Şêxo roja 17/7/2022 li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê Tevegra Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û ji bo navendeke leşkerî hatiye birin.

Tora Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir, Emîra Xalid Şêxo ji gundê Qasim ê navçeya Raco ya Efrînê ye û bi malbata xwe re koçberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûye.

Malbatên zarokên revandî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekbûyî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Ev nûçe bi tevahî 915 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:33:22