CENTCOM: Du serkirdeyên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatin desteserkirin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, di dawiya meha Gulanê de, wan di operasyoneke leşkerî de li Iraq û Sûriyê du serkirdeyên wê rêxistinê desteser kirine.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser tora civakî ya “X” belav kir, hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê 5 operasyon û li Sûriyê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîne.
Diyar kir jî, di encama van operasyonan de, du çekdarên rêxistinê hatine kuştin û du serkirdeyên din jî hatine desteserkirin, lê nav û nasnameya kesên desteserkirî nehatine eşkerekirin.
CENTCOMê eşkere kir, Amerîkayê ev operasyon bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û herwiha Artêşa Iraqê pêk anîne.
Di sala 2014an de, rêxistina terorîst a DAIŞê qadeke berfireh a herêmên Sûriye û Iraqê dagir kiribû û li wan deran "Xîlafeta Îslamî" ragihandibû. Heta sala 2017an li Iraqê û di sala 2019an de jî li Sûriyê bi darê zorê hatin têkbirin û dawî li desthilatdariya wan a erdnîgarî hat anîn. Lê belê, ji ber valahiya ewlehiyê li hin herêmên Iraqê û guhertinên dawî yên li Sûriyeyê, şaneyên razayî yên vê koma terorîst derfet dîtin û tevgerên xwe ji nû ve dan destpêkirin. Hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wê, bi hevkariya Pêşmerge, hêzên Kurdî yên Sûriyeyê û Artêşa Iraqê, di hewlên xwe yên ji bo têkbirina zêdetir a DAIŞê de berdewam in.
Nûvekirina herî dawî: 19:10:13