CHP: Emê pirsa kurdî li Parlamantoyê çareser bikin

Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) tekez dike, ew ê pirsa kurdî li Parlamantoya Tirkiyê bi rêyên demokratîk çareser bikin.

30 Avrêl 2023 - 16:42
30 Avrêl 2023 - 16:42
 0
CHP: Emê pirsa kurdî li Parlamantoyê çareser bikin

Cîgirê Serokê CHP Oguz Kaan Salici li bajarê Stenbolê bersiva pirsa rojnamegerên cîhanî da û li ser pirsa kurdî got, ew hebûna pirsa kurdî ya li Tirkiyê qebûl dikin û di wê baweriyê de ne pirsa kurdî dê di nava yekparebûna Tikriyeyê de û li parlamentoyê bi rêyên demaokratîk were çareserkirin.

Oguz Kaan Salici bibîr dixe ku AK-Partî herî dawî hebûna pirsa kurdî red dikir û cûdahiya wan a herî mezin ji AK-Partiyê, qebûlkirin û daxwaza wan a çareserkirina pirsa kurdî ye.

Cîgirê Serokê CHPê her wiha da zanîn, ew di hilbijartinan de li benda dengên zêde ji bajarên Bakurê Kurdistanê dikin.

Ev nûçe bi tevahî 680 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:14:09