Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê bi guleyên cendirmeyan hat kuştin

Li ba gundê Xirbet el-Cozê yê li bakurê parêzgeha Îdlibê, li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê cendirmeyan hat kuştin.

24 Mijdar 2023 - 05:25
24 Mijdar 2023 - 05:25
 0
Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê bi guleyên cendirmeyan hat kuştin

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ew ciwan ji Hesekê ye û dema wî xwestiye derbasî Bakurê Kurdistanê bibe cendirmeyên Tirkiyeyê ew kuştiye.

Di heman demê de, zarokekî Helebî yê 15 salî jî li heman cihî ji aliyê cendirmeyan hat gulebarankirin.

Hêzên Tirkiyeyê piştre ew ciwan veguhastiye Bakurê Kurdistanê lê wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023yan û heta niha 30 welatiyên Sûriyeyê, li ser sînorê bakur û rojavayê Kurdistanê ji aliyê cendirmeyan ve hatine kuştin.

Herwiha 46 welatiyên Sûriyeyê jî hatine birîndarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1090 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:28:26