Cizîr: Cerdevanek di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat

Li navçeya Cizîrê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê cerdevanekî bi navê Mistefa Erdem di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat û mir.

5 Hezîran 2023 - 02:52
5 Hezîran 2023 - 02:52
 0
Cizîr: Cerdevanek di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat

Li gorî nûçeya Yerel Şirnak Haber, roja Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li taxa Sûrê ya kolana Aydinlik a navçeya Cizîrê cerdevanê bi navê Mistefa Erdem derdora demjimêr 21:00an de di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat.

Piştî êrîşê otomobîla ku Mistefa Erdem tê de bû hat şewitandin.

Piştî agahdarkirinê tîmên hawarçûnê, tenduristiyê û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên hawarçûnê agir vemirandin Mistefa Erdem ji otomobîlê hat derxistin û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî ya hate birin lê tevî hewldanan jî Mistefa Erdem nehat rizgarkirin.

Li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 697 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:27:08