Gelo kî ji HAK-PARê çi dixwazin? û rewşa partiyên Kurdistanî

29 Avrêl 2026 - 17:35
29 Avrêl 2026 - 17:35
 0
Gelo kî ji HAK-PARê çi dixwazin? û rewşa partiyên Kurdistanî
Arşiv

Dema ku em li dîroka bakurê Kurdistanê dinerin, ji bona hêzek xurt û bi bandor pêk neyê hin dest û lepên tarî tim li ser kar in. Lê mixabin partiyên me yên bakurê Kurdistanê ya hay ji wan lepan tune ne ya jî zêde serê xwe pê re naêşînin.

Ji ber ku Kurdên bakurê Kurdistanê fêrî wê yekê bûne ku heta zerar negihêje wan, dê li hember gelek bûyer û kiryarên ne di berjewendiya gelê me de ne, bêdeng bûne. Weke kurd dibêjin: ”Ne di minde ye di kê de be ne xema min e”.

Dema ku UDG (ulasal demokratî gucbirligi) di sala 1979an de ji aliyê KUK-DDKD û DHKD (PDKT, PSK û DDKD) hat damezrandin vê kêfa miletê me gelekî anî bû û bawer dikirin ku dê bi serpereştiya van partiyên Kurdistanî dê di demek kin de Kurdistanê azad bikin.

Fêkiyên vê yekitiyê di zîndana Diyarekirê de me dît û pê şa bûn ku em weke endamên hersê partiyan, di wê zîndanê de tenê bi navê UDG tevdigeriyan. Tiştekî gelekî baş bû, lê di demeke kinde têk çû.

Têk çû li tu partiyan bi aramî, rastî û di warê zanistiyê de li ser wê nesekînin ku ew çima weha zû têk çû. Ji dêlva vê herkesan  hevdu rexne dikirin ku yên din bûne sebeba hilweşandina UDG yê, Bi aqilekî selîm li hev rûneniştin rewş li ber çavan derbas nekirin. Sedema hilweşandina wê nedîtin. Tu kesan tu hesab ji hev nepirsîn. Weha bêdeng mir û çû.

Piştî hukmê leşkerî (1980) ku li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê pêk hatibû, gelek ji kadroyên partiyên Kurdistan ji mecbûrî berbi welatê ewropa ve  reviyan. Piştî wê revê jî, çi li rojhilata navîn û çi li ewropa jî gelek hewldanên yekitiyan û bi hevre karkirinê jî  hatin kirin. Lê mixabin yek ji wan jî bi ser neket. Wana jî bê ku hin ji hinan hesabekî bipirsin û sedema têkçûnê çi bûn munaqeşe nekirin. Hemî virtî vala çûn.

Piştî sala 2000 li tirkiyê hin gavên demokratîk ku mirov dikarîbû partiyên legal vekin hatibûn avêtin ku kurdan jî partiyên xwe vekirin. Her çiqasî hemî ne bi hevre bûn jî lê dîsa gavên cîdî hatin avêtin û berdewamiya gelek xebatan HAK-PAR bi serokatiya Melik Firat hate damezrandin.

Damezrandina wê jî weke UDG kêf û şahî xiste nava kurdên bakur ku êdî bawerî ew bû ku dê kurdên me yekitiya xwe bi awayekî demokratîk di bin konê HAK-PARê de bikin yek. Tiştên baş hatin kirin, Lê dîsa jî weke hate xwestin nebû, lê ne xerab jî bû.

Mezinbûn û firehbûna HAK-PARê ne li gor hesabin hinan û dewletê bû ku tim ji bona têkbirina wê kar kirin û hê jî dikin. Mixabin siyasetmedarên me yên bakurê Kurdistanê ev nedîtin. Ji xwe tiştên weha jî nikarin bibînin. Lê tenê dikarin hevdu gunehkar û sûcdar bikin. Ji vê re zîrek in.

Di dema ku HAK-PARê gavên berbi altarnatîfbûnê diavêt, hevalbendên yek partiyê bi hev ketin û rêyên xwe ji ser hev birîn. Ango bû PSK û HAK-PAR helbet ev jî bû sedem ku HAK-PARê hêz û hêviya ku wê biba altafnatîf wenda kir û moraleke xerab di nava kurdan de peyde bû.

Lê HAK-PARê dîsa bi wî halê xwe û bi tena serê xwe berxwe da û hewlda ku kurdên bakurê Kurdistanê bê altarnatîf nemîne. Gav bi gav û hêdî hêdî rewşa wê baş dibû. Hin kurdên ne hevalbendê wê jî bûn, hêdî hêdî berê xwe didan wê.

Dema ku hat fêm kirin û zanîn ku HAK-PAR him ji bona kurdên bakurê Kurdistanê bibin xwedî altafnatîke berfireh, gavên baş û erênî avêt. Hewlên bi  hin partiyên Kurdistanî re yekîtî an hevkariyan pêk bînin da ku di hilbijartinên li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê gelê kurd bê altarnatîf nemîne.

Tam di gavên weha erênî û pîroz de ku berê HAK-PARê him berbi yekitiya kurdan de bû ku hew me dît vê carê jî hin hevalbendên wan xwe weke alîkî dîtin û bi rexneyên tund rabûn hev. Ev munaqeşe û gengeşiyên wan î ne demokratîk hê jî berdewam e. Dawî li ku bisekine ne diyar e.

Heger me re bixwazî di nava partiya xwe de bibe muxalefet ku li gor min tiştekî baş e. Lê divê karê asasî ew be ku ji bona partî xurtir bibe, mirov dibe muxalet. Ew jî bi pêşkêşkirina plan û projeyan dibe. Ne ku wî weha kir û ê din jî weha got. Dema weha jî bibe ev nabe muxalefet, li gor min ev dibe têkbirina partiyê ku wan destên tarî jî vê dixwazin.

Gotin û pirsa min di virde ev e: Gelo çima û çi demê HAK-PAR gavên baş û rast diavêjin û xwesteka gelê xwe ya ji bona yekitiyê gavan erênî diavêjin ew tê perçekirin an hin dixwazin wê perçe bikin? Gelo HAK-PAR bi xwe, li ser vê rawestiyanin ku çima di her gaveke wan ya li pêş de perçebûn an veqetandin di nava wê de pêk tê?

Weke nivîskar û rewşenbîrekî gelê xwe, ez bi xwe dibêjim û bawerim ku wan destên tarî ku naxwaze altarnatîfek kurdistanî li bakurê Kurdistanê pêk bê, van tevliheviyan derdixin ku hêz û qaweteke Kurdistanî li bakurê Kurdistanê pêk neyê.

Çi demê HAK-PAR mutawazî fikirîne, xwe berçav kirine, kêmaniyên xwe dîtine û gavên berbi yekitiya gelê kurd avêtine, miheqeq di nava wê de perçebûn jî pêk hatiye. Gelo vana tesadufî ne ya jî bi hewldana wan lepên tarî ku naxwazî li bakurê Kurdistanê kurd bibin xwedî hêzek hevbeş, xurt û altarnatîfek baş?

Gelo partî û rêxistinên din yên Kurdistanî jî li ser vê sekînîne? Gelo ew jî fikirîne ku sibê ew jî xurt bibin dê ev tiştên hatine û hatibûn serê HAK-PARê, dê bêne serê wan jî?

Li gor min çi dibe bila bibe, divê ji bona hêzek xurt û neteweyî bê damezrandin ji kê çi bê xwestinê divê wê bike.Divê herkes ji vê baş bawer bin ku heger yekitiyek li ser xeta neteweyî ji bona bakurê Kurdistanê pêk neyê. Sibê kîjan partiya Kurdistanî bi hêz bibe ew ê jî bê perçekirin. Pêşî li vê girtin, di yekitiya partiyên Kurdistanî de ye.

Hay ji xwe hebin lîstik û canbaziyên mezin li bakurê Kurdistanê tê lîstin. Ba û bahozeke weha rakirine ku di nava wê de kî yê bi ku de herin ne diyar e. Ji ber ku di şevreşan de herkes li rohaniyek digerin. Ya girîng ew e ku kî yê wê rohaniyê pêxin.

Ji bîr nekin ku dema bakurê Kurdistanê di nava şevreşekê de bû û li ronahiyek digeriyan. Hinan ew ronahî pêxistin, lê ne ji bona kurd xwe lê bigirin û azad bibin. Kurdan xwe lê girtin lê bi wî agirê ku kurdan weke rohaniya xwe dîtibûn, ew pê hatin şewitandin. Ji bona ev dubare nebe, divê herkes kumê xwe deynin pêşiya xwe û bi hevre li ser altarnatifeke Kurdistanê bifikirin…

Bûbê Eser

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
38 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:37:08