HAK-PAR û PWK çima ji hev dûrketin???

24 Avrêl 2026 - 10:46
24 Avrêl 2026 - 10:46
 0
HAK-PAR û PWK çima ji hev dûrketin???

Demekê navbera HAK-PAR û PWK hingê xweş û germ bû bû ku em li bendê bûn, yekitiya xwe ragihînin. Ji hevre nameyên ji endamên xwe û ji raya giştî veşartî jî, şandibûn. PWK seredana rêzdar Kemal Burkay jî kirin. Ji hevdîtin û diyaloga nava wan, tiştên me ji wan fêm dikirin ku ha îro ya sibê dê yekitiya xwe ragihînin.

Me dît ku ew jî weke gelek hevtînin yên bi salan hatibû kirinê, vala çû. Çima weha bû? sedema nebiserketina wan çi bû? Li ser çi xalan li hevnekiribûn û li ser çi xalan ji hev cûda bûn. Em û raya giştî vê nizanin ku em jî bikaribin raya xwe, rexne û gotinên xwe bêjin.

Hevdîtinên li paş deriyan ji heval û endamên xwe, ji raya giştî veşartî be helbet wê neticeya wê jî nelihevkirin û taliya wê jî hê bêtir ji hev cûda bûn be. Ji ber ku çanda yekitî û bi hevre karkirina partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê tune ye.

Partiyên bi destûr û bernameyên xwe, ji nêvî zêdetir jî weke hev bin, gunehe ku bi hevre kar nekin. Partiyên ku endamên wan jî li gel yekitiya bi hevre bin, lê serok û rêberên wan nexwazin, loma jî yekitî pêk nayê, ev gunehkariyeke herî mezin e.

Li ser çi asasan li hev nakin? Ji bona çi nikarin bi hevre kar bikin? wê jî ji endam û raya giştî re eşkere nakin. Civîn danûstendin tenê di nava serok û rêvebiran de bimeşe helbet wê yekitî jî pêk neyên.

Ji ber ku îro di nava partiyên kurdistanî de hin hene ku naxwazin ji serokatî û rêvebirtiyê dûr bikevin. Loma nikarin yekitiya nava mala xwe pêk bînin. Ji ber ku ew serok û rêberên niha hemî dizanin ku di yekitiyekê de wê hin cihên xwe wenda bikin. Loma jî bi eşkereyî li gel yekitiyanin lê bi dizî ji herkesan bêtir jî li dij in.

Carekê em dîroka bakurê Kurdistanê bînin ber çavên xwe. Em ê bibînin ku dema dewleta Osmanî têk çû, gelek neteweyan dewleta xwe ava kirin. Lê kurd dîsa ji hevketî man. Sedem ne li hevkirin û neqebûlkirina axa û eşîretên kurdan bi xwe bû.

Her yek ji wan li gundê xwe, di nava eşîra xwe de ew mezin bû. Loma nikarîbû li gel êl, axa û eşîretên din bibin yek. Ji ber ku kîyê biba serok ew ji bona wan xeta sor bû.

Ew çand û ew kultur heta roja îro jî hatiye. Hûn bawer bikin sedemên neyekitî û neyekrêziya me kurdên bakurê Kurdistanê, tenha serok û rêber in. Loma difikirin ku dema yekitiyek pêk bê dê serokê wê yekitiyê bibe kî? Aha di virde astengî dertê û yekitiya nava mala me pêk nayê.

Gunehkarê vê jî em weke endamên van partînana bi xwe ne. Em bêdeng û nikarin hesab ji berpirsekî xwe bixwazin. Tu dibêje qey dema em hesab bipirsin ew  serok û rêveber wê dev jî siyasetê berdin û em ê jî bê serok bimînin. Bê serok jî welat nayên azadkirinê dibînin(!).

Ev helwesta endaman bi xweşiya serok û rêberên me jî ve diharin. Ji ber ku ew jî dixwazin tim serok û rêvebir bin. Ji ber ku ji bona wan serketina mezin ev bi xwe ye.

Heta ku endamên partiyên Kurdistanî weha bê helwest bin, wê serok û rêverên me jî li gor kêfa dilê xwe partî û rêxistina xwe bimeşîne. Berê wê berbi kude ye em nizanin. Dibên em kurdistanî ne, lê rast e ne rast e, em wê jî nizanim. Em jî li gor gotinên wan pesnê wan didin û nikarin yek rexneyê jî li wan bikin.

Heta ku endamên partiyên Kurdistanî weha bê helwest û bêdeng bin, wê serok û rêvebirên me jî li gor kêfa xwe û ya malbata xwe tevbigerin. Heger ne weha be:

Gelo navaroka wan nameyên HAK-PAR û PWK  ji hevdu re şandibûn, çi bûn? Çi ji hevdu xwestin û çi dan an nedan hevdu? Gelo yên yekîtî nexwestin ji wan kîjana bû? Ev çima ji endam û raya giştî re nayê eşkere kirin.

Banga min ji herdu partiyên me yên Kurdistanî ji HAK-PAR û PWK re ew e ku rojekê berî rojekê wan name û protokolên di nava we de çi bûn ji me û raya giştî re eşkere bikin ku em jî bizanibin kî asteng in? Li ser çi asasan hûn nêzîkî hev bûn û niha çima ji hev dûr ketin? Vê zelaliyê bikin da ku em jî aliyê neheq bibînin.

Heta ku rastî dernekeve. Heta ku karê yekitiyan li paş deriyan û tenê di nava serok û rêvebiran de bimîne, heta ku navê me legel û em îllegal kar bikin, em ê jî tu yekitiyan nebînin. Fermo HAK-PAR û PWK wan protokol û nameyên nava xwe ji me û raya giştî re eşkere bikin da ku em û raya giştî jî fêm bikin ku çima yekitî pêk nayê…

Mêrê tirsonek sînga boz nabîne…

Bûbê Eser

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
55 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:50:21