Kemal Burkay kî ye û çi kirî ye???
Kemal Burkay ew siyasetmedarê Kurd e ku roja partiya xwe PSKT damezirand, xeta Federalî û piştre jî li hember xeta PKK çend xelên asasî ji xwe û hevalên xwe re kiribû destûr û bername. Da ku Federalîzmê bê parastin û xeta pkk ya xeternak bê rexnekirin.
Lewra danasîna brêz Kemal Burkay ne hewce ye, ji ber ku cenabî wî bi kar û xebatên xwe, bi berhem û çalakiyên xwe yên 50 salan yên bê westan, xwe bi me dide nasîn.
Di dema damezrandina partiya xwe de PSKT li ser çend xetên asasî destûr û bernameya partiya xwe nivîsî bû da ku endam jî li gor wê, xwe perwerde bikin û tevbigrin. Min xwest ku ji wan çend xalên hê di salên 1970ê de hatibûn destnîşankirin, bi we re parve bikim.
1- Daxwaze herî kêm Fedaralîzm bû, li gor şert ê mercan serxwebûn jî tê de hebû.
2- Ji roja PKK derket qada siyasetê, wî ew da nasîn ku PKK dê ji bona Kurdan afat û wêraniyê bîne. Tu armanceke pkk ji bona bidestxistina mafê Kurdan tune ye.
Heger ji roja ewilde van herdu xalana di nava kurdên bakurê Kurdistanê de hatibana qebûlkirin, di bû ku îro em xwediyê xwe û dewleteke Federal bana.
Bala xwe bidinê ku piştî 50 salan jî hê brêz li ser van herdu xalana tawîz nedaye û weke roja ewil ji bona wan kar û xebat kiriye û dike. Endam û hevalbendên xwe li ser van herdu xalan perwerde kiriye.
Em dibînin û dibin şahîdê wê yekê ku heta niha li bakurê Kurdistanê tenha xeta brêz Kemal Burkay ya ku ev 50 salin bi îstîqrar xwe parastiye, rast e. Lê piraniya kurdan ev rastî fêm nekirin, loma jî em îro êşa wê dikşînin.
Di deftera brêz Kemal Burkay de rojane siyaseta Kurdistanî kirin tune ye û ne fikirî ye. Ew tim dûrbîn bûye. Lê mixabin ku me piraniya Kurdan jê fêmnekirin ku xeta wî bi hêz û qawet bikin. Loma jî îro pkk çi dixwazî weke xwe dike. Ji ber ku piraniya kurdan li hember wê bê helwest man. Heta gelekan ew parastin û weke partiyeke Kurdistanî dîtin.
Heger ew xet hatiba parastin, hûn bawer bikin, wê îro li bakurê Kurdistanê me yê Federe qezenc kiriba. Lê me ew jî nekir. Heta brêz Kemal Burkay ji ber van dîtinên xwe, bû cihê rexnekirina hin kesên ku ji siyaseta dûrbinî, fêm nedikirin.
Ji ber ku em kurd ji hev hez nakin, li hember hev hesûd in, berjewendî perest û rêxistinî perest in. loma ji destpêkê heta niha jî hê gelek kurd nikarin wê rastiya brêz Kemal Burkay bibînin.
Hin ji partiyên Kurdistanî ku serxwebûna her çar perçên Kurdistanê dixwestin û xeta brêz reformîst didîtin. Di nava dem û zemênde ew partî û tevgerên serxwebûna her çar perçên Kurdistanê dixwestin, ya nemane ya jî bi çend endaman tenê navê wan heye.
Lê berxwedan, kar, xebat û bi dîtinên xwe rêzdar hê jî weke aktorekî siyasî, bi temenê xwe ê mezin li bakurê Kurdisranê, li tirkî yê û gelek dewletên ewropa ji bona bi destxistina federalîzmê di nava kar û xebatê de ye û ne.
Lê hezar caran mixabin ku hê jî gelek Kurd vê nabînin, gelek partî û tevgeran xwestin ku çoçika xwe ya vala li elbika tije bixin, lê bi ser neketin.
Li gor vê daxwazê û hêviya min ji HAK-PARa li ser xeta rêzdar Kemal Burkay ku ew perwerdahiya xwe girtine, wê ji bona hêz û tevgereke neteweyî bi gavên asasî ku bratiya kurdan têde be, berbi yekitiyek fireh bavêjin û wê daxwaza gelê kurd li ser wan herdû xetên wan ya sor ku Federalîzm û li ser pkk tawîzan nedin, bînin cih.
Kurd dibêjin: “mirov ji kîderê zerarê vegere qezenc e”. Loma hê jî ne dereng e. Yekitiyek li ser wan herdu xalên asasî, hatina ba hev û lihevkirineke li ser xeta neteweyî mirov dikare bibe altarnatîfek da ku meydanê ji Kemalîstên kurd re nehêle.
Ji bilî vê em ê nikaribin tu kêşaya bakurê kurdistanê çareser bikin. Bi vê jî em dikarin brêz Kemak Burkay weke mezinekî xwe, weke rîhsîpiyekî xwe, weke siyasetmedarekî xwe ya xwedî tecrubeyên giranbiha û aqilmendekî xwe bizanibin, qîmet û rêmeta wî bigirin.
Heger wan proje û dîtinên rêzdar Kemal Burkay yên ji bona kurdên li ewropa di salên 1990î de pêşkêş kiribûn bi ser ketibana, hûn bawer bikin niha em bûbana xwedî lobiyeke mezin ku me yê bi saya wê alîkarî û piştgiriteke xurt bida başûr Kurdistanê û perçên din jî.
Lê hê jî dem derbas nebûye. Em îro jî li gel Revenda Kurdistanî bi hevre dikarin gelek tiştên baş bikin. Ji xwe projeya rêzdar ya di salên nodî de jî weke vê Revendê bû ku hemî beşên siyasî û sivîl di bin sîwanekê de bi cih kirin bû. Ji xwe îro Revenda Kurdistanî jî vê dike.
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 05:37:14
