Li Bakurê Kurdistanê Serok û Temsîlkarî
Her milet bi rê û rêbazekê, bi serok û serokatiyekê tekoşîna azadî û serxwebûna gelê xwe didin. Loma jî girîng e ku ji bona wê jî serok û serokatiyên ku berjewendiya gelê xwe di ser her tiştekî xwe re bigirin, lazim û pêwîst e.
Lê ev tenê têr nake. Divê serok zana û têgihiştî be. Dûrbîn û hilm fireh be da ku bikaribe hemî beşên civata xwe hembêz bike û wan li hev ragire. Loma jî divê xwe di çerçeweyeke teng de nefetisîne.
Ev tenê bi serê xwe jî têr nake. Serok û serokatî divê bikaribe biafirîne. Biafirîne da ku bi nerîn û dîtinên nûjen, pêşiya tevgera xwe û ya gelê xwe veke.
Serok û serotiyên partiyên Kurdistanî divê ne îdeolojîk bin. Gel û tevgerê di çemberek teng de asteng nekin. Loma jî dûrbinî û dîtina rêyên nû li gor dem û zemên divê peyde bike.
Ji ber ku serokên ku neteweyî bin, qîmet û hêjahiyên wan jî bi çavên netew li wan tê nerîn. Heger em bala xwe bidin cîhanê hin serok bûne sembola gelê xwe. Ew jî li gor wê sembolê tevdigere ku yekitiyek li ser asasê xeta neteweyî ji bona gelê xwe pêk bîne tevdigerin. Mînaka serok Barzanî li ber çavan e.
Serokên jêhatî, zana û bîrewir cihê xwe di nava dilê gelê xwe de bi cih dike. Çi dema ew serok gihişt vê qonaxê êdî wê gelek tişt, kar û xebat ji xweber an bi saya hin hewldanên ne zêde zor û zehmet pêk tên.
Bala xwe bidinê bi tekoşerî, qehremanî, dilsozî û xwedî li hemî miletê xwe derketandinê, serok Mesûd Barzanî weke pêşmêrgeyekî, bûye serok û sembola gelê xwe.
Gotin, şirove û şîretên cenabê wî dibin guhar û hemî kes û kesayetên Kurd ku ji welat û miletê xwe hez dikin, wan di guhên xwe de bi cih dikin da ku tim ew di bîra wande be.
Revenda Navenda Kurdistanî li ser pişniyara serok Barzanî hate damezrandin da ku bi saya wê, belabûna, siyaseta kurdan ya li diasporê, bike yek. Nivîskar û rewşenbîrên ku ji hev belav iin, di bin sîwana vê Revendê de bike yek.
Ji bona ciwanên ji siyaseta partîtiyên îdeojîk aciz in, wan jî li vir bike yek. Bala xwe bidinê ji ber ku ev pêşniyara serok Barzanî bû, di demeke kurt de li seransera Ewropa, Emerîka, Rusya, Kanada û li gelek welatên din jî ji bona yekitiya hemî beşên civaka Diasporê bike yek, karên baş hate û têne kirin.
Bi saya Revenda Kurdistanî xelk û milet êdî li sembolên xwe yên neteweyî vedigerin. Di hemî meş û xwepêşandanên bi serpereştiya Revendê têne kirin, tenha alaya Kurdistanî tê bilindkirin. Rakirina alaya Kurdistanî, şêrînî û hêjahiya welatê te, bi te dide zanîn.
Tenha rakirina alaya Kurdistanê tu hebûna gelê xwe, bi dost û dijminên xwe re, dide îspatkirin ku tu Kurd e û welatê te Kurdistan e.
Di baweriya min de êşa me ya bakurê Kurdustanê, nelihevkirin û neyekrêziya tevgera kurd, ji ber tunebûna serokekî ku bikarine civatê li hev ragire ye, ya jî me kesayetiyekî weha nedaye pêş. Me hemî serok û rêberên li bakurê Kurdistanê di xeleka teng de fetisandinin. Loma jî me nikarîbûn em hemî li gel hev kesayetiyekî weha derxin.
Ji ber vê kêmaniyê ye ku em li bakurê Kurdistanê nebûne xwedî serokekî weha, ji ber dîtinên me yên teng ku ”ez hebin temam û tunebim ne xema min e”. Ev jî bi me dide zanîn ku em hê jî di bin bandora îdeolijîk de ne.
Li gor baweriya min hemî serokên partiyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdustanê hêjane, bedel dane, temenê xwe di ber tekoşîna azadiya gelê xwe da terxan kirine.
Lê hemî nikarin bibin weke serokekî temsîlkar. Divê em û partiyên me li ser asasê li hevkirinekê, ji nava wan serokên partiyên xwe, yên hêja, divê em yekî hilbijêrin da ku ew jî bikaribe bi rehetî û bi yek dengî temsîla gelê xwe weke serokekî bike ku gotin û pêşniyariyên wî jî çi di nava me û çi jî di qada navneteweyî de cihê xwe bigire.
Helbet hilbijartina serokekî weha ne çareserkirina hemî kêşeyên me ne. Lê ew ê bibe gavavêtina çareserkirina temsîla gelê Kurd li bakurê Kurdistanê.
Ez niha hîs dikim ku hûn dibêjin gelo di vê derbarê de pêşniyara te kî ye. Ez weke rewşenbîrekî gelê xwe, tim vekirî me, nerîn û dîtinên xwe, pêşniyar û rexneyên xwe bi eşkereyî dikim. Heger serokên partiyên me yên Kurdistanî li hev bikin, pêşniyariya min brêz Mustafa Özçelîk e.
Hilbijartin û tespîteke weha dê bibe sedema gavên bi lez yên yekitî û yekrêziya nava mala kurd li bakurê Kurdistanê. Brêz Mustefa Özçelîk dibêjim, ji ber ku ew him hema ji hemî serokên hene bi temenê xwe biçûktir e. Him jî ew weke yên heyî zêde nehatiye rexnekirin.
Him mirovekî mutawazî ye, zana û jêhatiye, him jî xebatkar û dilsozekî weke we hêjayan, parêzgerê doza xwe ye. Him weke gelek rêber û serokan dilê kesan nehiştiye. Bi hebûna hemî rêber û serokên partiyên me, hilbijartina serokekî weha, wê rêya azadî û serxwebûna bakurê Kurdistanê nêzîk bibe. Her weha em ê bibin xwedî temsîlekî ku bakaurê Kurdistanê temsîl dike. Ji ber ku temsîlî girîng e.
Him jî îro bê temsîlek weha em ê nikaribin di qada navneteweyî de, gavên erênê biavêjin. Serok û rêberên din jî çi weke cihgir û çi jî weke alîgirên brêz Mustefa Ozçelik divê bêne hilbijartin da ku bi awayekî hevbeş kar bê kirin. Heger ji heqê karê xwe û serokatiya xwe, dernekeve mirov di hilbijartineke din de, ji bona tevgera Kurdistanî serokekî din hildibijêre. Adet û ûsil li cîhanê weha ye.
Helbet serok ne her tişt e. Lê di warê temsîla bakurê Kurdistanê de gelek tişt e. Bi hilbijartina serokekî û yek temsîla bakurê Kurdistanê him em ê destên serok Barzanî xurt bikin, him jî bi saya vê em ê pêşî li entegrasyona ku kurdan dike tirk, bigirin. Êdî birya ya we ye.
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 12:56:12
