Heger Bi Rastî Daxwaz Yekitî Be…

Bi salan e ku ji bona yekitî û yekrêziyê kar tê kirin. Ew bi serneket û hê jî bi serneketiye. Niha jî ji bona yekitiyek neteweyî kar û xebat, civîn û konferans pêk tên. Karekî baş e, lê bi sernakeve. Ji bona serketineke mayînde:
Divê HAK-PAR, PSK û PWK ( li gor min hemî PDK yên li bakur jî têde) bi hevre dest bavêjin yekitiya nava xwe. Lê bi şertê ku PSK û PDKT ji ber tifaqa ku bi pkkDEMê re kirubû, lêborîna xwe ji gel bixwazin. Lêborîn xwestin ne kêmanî an qelsî ye. Camêrî û dilsozî ye ku dibe cihê baweriyê.
Ya rastî heger em û hûn dixwazin bibin xwedî yekitiyeke mayînde. Êdî vê serêşiya bi navê yekitiyan ji nava gel rakin û kar bikin, bi van partiyên him di warê fikir û ramanan de û him di warê hevdu di warê siyasî nasînê de ku baş hev nas dikin, ev in.
Bi salan weke PSK, PAK û TEVGER ji bona yekitiyekê bi hevre karên baş kirin. Di nava kar de jî hevdu baş nas kirin. Dûre ew yekitî neçû serî, PAK û TEVGERê bi navê PWK yekitiya xwe pêk anîn. Baş û qenc jî kirin. PSK jî hêviyên dikir bi destnexist. Êdî wê jî weke PSK karê xwe li gor xwe meşandin û dimeşîne.
Bi qasî ku ez dişopînin ev demeke ku daxwaza ku HAK-PAR û PWK di bin sîwaneke neteweyî de, yekitiya xwe pêk bînin li ser kar in ya jî ez weha dixwînim. Gelek canik û camêr jî li benda tiştekî weha ne. Ha wê yekitiya wan bibe nebe, wê zeman rê me bide. Lê ji bona nebin yek jî tu astengên mezin tune ye.
Heger bi tolerans tevbigerin, kêmanî, şaşî û başiyên hev qebûl bikin. Li gor wê destûr û bernemeyeke ku bikaribin di qada eşkere de bi hevre kar bikin, wê di berjewendiya miletê me de be. Ji xwe êdî bê yekitiyeke mayînde, tu partî û rêxistin jî bi serê xwe nema dikarin gavekê bi pêşde bavêjin. Ji ber ku siyaset li bakurê Kurdistanê xetimiye…
Îro li bakurê Kurdistanê hewesa avakirina, partî an tevgerek neteweyî gûr bûye. Ji xwe ev jî adet û toreyeke siyaseta bakurê Kurdistanê ye ku hin dema dest diavêjin karekî yên din hemî jî dixwazin jê kêm nemînin. Lê ew gûrbûna hema ji nişkave jî dikare hin hêjahiyan jî bişewitîne ku ew daxwaz pêk neyê û weke gelek caran beravacî bibe.
Loma pêşniyar dikim ku em tiştên bûne bihêlin. Ya girîng ku îro tê xwestin gavên berbi yekitiyê û yekrêziyê ne. Em ê bi hevre vê çawa bi serbixin, ya girîng jî ji xwe ev e.
Divê gava ewil baş û bi asasî bê avêtin ku him cihê xwe bigire û him jî baweriyê bide gel. Piştî wê jî dê gavên din yek li dû yekê bên. Ji xwe îro tiştên tê xwestin ew e ku li bakurê Kurdistanê sîwaneke neteweyî bê vekirin ku milet ji ber baran û terezê biparêze.
Êdî milet, rewşenbîr û ronakbîrên vî gelî jî ji vê rewşa belavbûna tevgerên bakurê Kurdistanê acizin. Çavên herkesan êdî li yekitî û yekrêziya nava mala kurd digere. Bi rastî jî êdî herkes ji ber vê belavbûnê ne rehet in.
Helbet yekitiyek berfireh çareseriya herî baş û maqûl e. Lê em ji rewşa xwe dizanin ku di gava ewil de ev ne pêkan e. Ya pêkan ku hevdu baş nas dikirin e. Loma dibêjim, PSK, PWK û HAK-PAR û heta beşên PDK yên bakur jî têde, yekitî û yekrêziya wan e.
Heger tiştekî weha li ser bingehek saxlem û li ser xeta netewî pêk bê, hûn bawer bikin wê ev ê bibe alrarnatîfa herî xurt li bakurê Kurdistanê.
Heger em nikaribin sê-çar partiyên hevdu baş nas dikin, bikin yek, yên hevdu zêde nas nekin, destûr û bernameyên wan ji hev cûda ne, dê bi rehetî nikarin bibin yek. Ji bona ku bibin yek jî divê berê bi hevre kar bikin.
Ji xwe PSK, PWK û HAK-PAR him bi hevre kar kirine û him jî HAK-PAR û PSK berê yek bûn weke bra bûn. Loma dibêjim: Mêr ji hev nekuştine ku doza xwînê li hev bikin. Bi tolerans û hevqebûlkirineke nû dikarin dîsa bibin yek. Mînakên vê pir in. Aha li rojavayê Kurdistanê binerin wê bê dîtin.
Ez weke rewşenbîrekî gaziya xwe dighêjînim serok, rêber û endamên wan ku em bi hevre hewl bidin yekitiya van hersî partiyên me yên welatparêz, di bin sîwaneke neteweyî de, bi destûr û bernameyeke nûjen û li gor guherandinên li cîhanê û li rojhilatanavîn (rojhilatanava rast) dibin, bikin yek. Dest bidin hev ji miletê xwe re bibin rêber da ku wan ji ser fikir û ramanên çewt vegerînin.
Di siyasetê de dijminatiya, yên kêm zêde weke hev difikirin tune ye. Loma jî rojekê berî rojekê divê em hemî bi hevre hewl bidin ku yekitî an bi hevre karkirina van partiyên xwe ragihînin da ku bakurê kurdistanê ji zêdebûn û belavbûna piraniya partiyan azad bikin.
Bûbê Eser
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 22:41:21

































































































































































