Ev jî tesîre 2016 û wek zahmetîyê ku bi taybetî li Bakur û Anatolîyê derketin. Ji va zahmetîye bi pirbun Nisêbîn pare xwe bi giranî sitand û bedelê giran dan. Yek ji va zahmetîyê giran dewra xendeke bu.
Ev heye ku Bajarê Nisêbîn 17 care ku wêran dibê. Jibon vê minasebetê min ku Nisêbîn 'e Wêranim. Her tim anî ser ziman. Bi hezare ciwan qetil bun, bi hezare xanî xerabun, bi hezare malbat penaber bun.
Aborî, bezirganî rawist û jîyan tar û mar bu. Gel kete depresyonê û demoralize bu. Kultur, çand, pêwendî, bawerî ketin astengîyê mezin û di gelek xalede xebat rawist. Malbatê ku eware bun gelek jê venegeran.
Qayum hat û Şaredarê bi deng û îrade Gel hatibun hilbijartin ji kâr hatin sitandin û gelek jê ketin zîndane. Qayum dest bi projene Nu kir û hên jî berdewamin û gelek jê hên xilas nebune.
Di hilbijartine 31 'ê Adarê 2019 de Gelê Nisêbîn ê bi hêzeke mezin dengê xwe da û namzetê HDP 'ê parezer Semîre Nêrgiz û Ferhat Qut hilbijart û anî ser kâr. Serkeftin dixwazim û Jibon Gelê Nisêbînnê re pîroz bê.
Lê tiştekî dîrokî heye ku ew jî Jibon hilbijartine heremî û şaredare ku tifaqe partî û hêzê Kurdistanî pêk hat û serpêhatîyêde tifaq bun tesîre xwe dayî nasan.
Şaradartî û xebat û xizmete Bajarê ne weke xebatê mebusîye. Şaredartî ser biser jibon xizmete bajêr û Gele re ye. Lê tiştekî gelek mûhîm heye ew jî ku şaredar û rêveberê liser kàr jibon herkesî bibin û edalet,merhamet wekhevîbun tim li pêş bê girtin û pêk werê.
Bajer tim di her warîde û di wextê xwe de Nu bibê û bê guhertin û maldar û zane bibê. Aborî, kultur, çand, pêwendî, civîn, qonferans, projê modern bi xurtayî bêne meşandin û pêk werin. Faqîr, sêwî, bê kes, xwendevan, hozan, nivîskar, aqtiwîst û hwd şaredar wa himbêz bikê, jiware xwedî derkevê, piştgirîyê bide û proje pêk bînê.
Eger rêveberê şaredare bibê bersiva Gel di her warîde, Gel qehremane wê tim bibê bersiv jibon serkeftine şaredare, na ku mesele di xeteke teng fikrî û îdeolojik bibê dîse aqîbet wêrantîye û penaberbun û faqîrtîye..Hêvîdarim ku Nisêbîn zu ne dereng ji wêrantîyê xilas bibê û birînê kevin derman bibin û carek din wêrantî bes werê.
Silav û rèz........
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.