Dema ez zarok bûm, ligor zarok bûne min xeyalê min hebûn. Yek ji wa xeyale dîtne bavê netew u dest maç kirine wî bû. Ji radyo u mezinê me dema bahse şoreşa wî dikirin. Mezin bûm u xebate welat bû evîne dîrokî. Xeyale Du yem xwendine dibîstanê bû, ew jî dest pê bû doza welat tim li pêş bû.
Xebatê sirgûn û zîndan diyar kir, piştre feqîrtî ú dert û ezîyet berdewam kir, ez kirim helbestvan ú nivîskàr. Xeyalê min yêk pêk hat ú yêk nebû qismet. Di dewsa wêde bûme xebatkarê xeta netew. Rojê giran dest pê bûn. Zîndan kirin ú penaberbûn. Sûnda dìrokî ez bi welat ve dame girêdan ú xistim bin şemsîye PDK-T'ye û xebate doz welat berdewame. Dema dengê PDK-T'ye li serdor ú cîhanê belav bû, mîne ku xwê şîn bibê deng da ú di cîhande kete rojevê. Roj bi roj ú bi coşeke mezin pêşvebûn pêk hat.
Ev coşe dîrokî sancî dane qomplovane. Mîne dema ku derbas bûyî liser PDK -T'ye qomplo ú lîstikê bê wîjdanî dest pê bû ú berdewam bû. Her gavê ku hatin avêtin rexne bún ú piitgirî tim kêm ma. Liser va rexne ú gazine tim hûrmet hate girtin ú PDK-T'ye kesek ne êşand ú xebate xwe berdewam kir. Ev gazin ú hinek rexne ji dervî welat ú xêrxwazê welat ú ên partîyê ve pêk hatin. Ligor çare ú mecale bersivê bi hûrmet hatin dayî. Bi va minasebete hinek hêvî ú pêşniyar jibon xêrxwazê partîyê ên dervî welat hatin ser ziman. Bersiv jibon doz, war ú xurtkirine partîyê hêvî dan. Ev hêvîdarî heye ku rojekê zindî bibê.
Bakûr búye mîne kohnê rizî. Roj bi roj hebûne xweyî dîrokî winda dikê. Barê PDK -T 'ye roj bi roj giran dibê ú dîse berxwedan berdewame. Lê, gelo xêrxwazê welat ú ên partîyê, bi taybetî ên dervî welat (Ewropa)jibon ku ev xebate pîroz ú Partî xurtir bibê, çi projê wa hene ú kàrin çi gava bavêjin? Dema gavne pîroz bavêjin wê dîrok jî rojekê bi rúmet bi nivîsênê ú wê xeyal zindî bibin ú gazin kêm bibin, lê dema ku gav newin avêtin ,KESÎ, BI XWEZÎYE NE RAŞTÎYE BAQÊ KEZÎYE .....
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.