Dadgehê malpera Weşanên Avestayê girt

Weşanên Avestayê ragihand, Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqerê malpera weşanxaneyê girtiye.

23 Sibat 2023 - 02:48
23 Sibat 2023 - 02:48
 0
Dadgehê malpera Weşanên Avestayê girt

Weşanên Avestayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, Dadgeha Silh-Ceza ya 4an a Enqera bi hênceta ku “propagandaya rêxistina PKK/KCK dike” malpera wan girtiye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “http://avestakitap.com tenê danasîn û firotina kitêban dike. Ligel qedexekirina kitêban ev sansûreke fiîlî ye, nayê qebûlkirin.”

Ev nûçe bi tevahî 923 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:26