Dadgeheke Iraqê cezayê bidarvekirinê li hevjîna Bexdadî birî

Dadgeheke Iraqê biryara bidarvekirinê li hevjîna serkirdeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî birî, piştî ku ew bi tawana girtina jinên Êzîdî di mala xwe de, tometbar kir.

10 Tîrmeh 2024 - 09:11
10 Tîrmeh 2024 - 09:11
 0
Dadgeheke Iraqê cezayê bidarvekirinê li hevjîna Bexdadî birî

Encûmena Bilind a Dadwerî îro 10ê Tîrmehê ragihand, Dadgeha Tawanan a Kerxê, hevjîna serkirdeyê berê yê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bi tawana karkirina bi rêxistina tundrew re û girtina jinên Êzîdî di mala xwe de tometbar kir û cezayê bidarvekirinê lê birî.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Dadwerî di daxuyaniyekê de diyar kir, hevjîna Bexdadî jinên Êzidî di mala wê de girtin û piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ew ji Şingalê revandibûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 731 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:31:54