DAİŞ Li Kerkûkê êrîşî sivîlan kir

Li ser rêya Kerkûkê, DAİŞê tirempêlên sivîlan sekinandin û gulebaran kirin. Di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku çeteyên DAİŞê cilên polîsan li xwe kiribûn û sivîlan gotiye qey ew polîs in.

21 Adar 2018 - 04:52
21 Adar 2018 - 04:52
 0
DAİŞ Li Kerkûkê êrîşî sivîlan kir

Li ser rêya Kerkûkê, DAİŞê tirempêlên sivîlan sekinandin û gulebaran kirin. Di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku çeteyên DAİŞê cilên polîsan li xwe kiribûn û sivîlan gotiye qey ew polîs in.

Berbirsê Rêvebiriya Polîsên Kerkûkê Afrasyav Kamil di derbarê mijarê de axivî û got: Li ser rêya di navbera Dakuk û Tuzxurmatû de çeteyên DAİŞê cilên polîsan li xwe kiribûn û wekî polîsan xaleke qontrolê çêkiribûn. Li vê derê du tirempêlên sivîl disekinînin û li wan direşînin. Di vê êrîşê de 6 sivîl têne kuştin. 21 sivîl jî birîndar dibin. Di nava kuştiyan de hinek zarok jî hene.

Ev nûçe bi tevahî 1873 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:26:25