DAIŞ’ê êrîşî gundekî Mexmûrê kir û birîndar hene

Hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî gundekî Mexmûrê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de derket.

2 Berfanbar 2023 - 04:08
2 Berfanbar 2023 - 04:08
 0
DAIŞ’ê êrîşî gundekî Mexmûrê kir û birîndar hene

Hejmarek çekdarên DAIŞê ketin nav gundê Goptepe ya li sînorê nahyeya Qeracî ya ser bi qez Mexmûrê û ji wê derê ve êrîşî artêşa Iraqê kirin.

Îro 02.12.2023yê hejmarek çekdarên DAIŞê ketin nav gundê Goptepe ya ser bi nahyeya Qerac a ser bi qeza Mexmûrê û ji wê derê ve êrîşî artêşa Iraqê kirin û ji ber wê jî 4 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Li gor zanyariyên BasNewsê naha artêşa Iraqê ew gund dorpêç kiriye û nahêle ti kesek ji nav gund derbikeve û xelkê gund jî kurd in û asê mane. Ji ber ku çekdarên DAIŞê di nav gund de ne û artêşa Iraqê jî nahêle kurd jî ji gundê xwe derbikevin derve û parastina canê xwe bikin.

Ev nûçe bi tevahî 798 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:03:28