DAIŞê li Mexmûrê êrîşî Heşda Şeibî kir

Çekdarên DAIŞê li ser riya Mûsil – Mexmûr êrîşî ser karwaneke Heşda Şeibî kir û di encamê de hejmarek çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û birîndarkirin.

7 Adar 2019 - 02:42
7 Adar 2019 - 02:42
 0
DAIŞê li Mexmûrê êrîşî Heşda Şeibî kir

Efserekî ji Polîsa Kerkûkê ji peyamêrê K24ê re ragihand, di êrîşa îşev a DAIŞê li ser çekdarên Heşda Şeibî li nêzîkî Mexmûrê de 5 ta 10 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û zêdetir ji 10 çekdarên din birîndar bûn û hejmarek jî winda bûn.

Da zanîn jî, ew êrîş li navçeyekê di bin kontrola Firqeya 14 a artêşa Iraqê encam dabû û ew basên Heşda Şeibî ji Mûsilê ber bi Xurmatûyê ve diçûn.

Jêderekî leşkerî jî ji peyamnêrê me re ragihand, piştî wê êrîşê hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi hevkariya firokeyan dest bi operasyoneke berfereh li wê navçê kir.

Ev nûçe bi tevahî 2003 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:23