De Mistura ji bo roja dawî ya Cinêvê peymanên hêviyê dan

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura ji bo rewşa dawî ya civîna roja 7emîn a Cenevê kêfxweşiya xwe nîşanda û ragihand ku îro wê rojeke girîng be.

2 Adar 2017 - 04:28
2 Adar 2017 - 04:28
 0
De Mistura ji bo roja dawî ya Cinêvê peymanên hêviyê dan

De Mistura seetên dereng ê şevê de bi awayekî suprîz çû otela ku muxalif lê diman.

De Mistura zêdetirî du seetan bi heyeta ku serokatiya wê Nasir el Herîrî dike re hevdîtinek pêk anî û piştî civînê daxuyaniyeke kin da û got: “Me hevdîtineke bi fêde pêk anî. Firsenda me ya ku em hemû mijarên di rojevê de binirxînin çêbû. Îro wê rojeke girîng be.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî pesnê helwesta muxalifan da û bi başî behsa nêzîkbûna wan a mijarê kir û got: “Ev noqte ji bo me pir girîng e.”

Herwiha tê pêşbînîkirin ku di nava rojê de Staffan De Mistura bi heyeta hikûmeta Sûriyeyê ku Beşar Cafer serokatiya wê dike pê re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Ev nûçe bi tevahî 1597 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:50:18