Dem û cihê danûstandina bê ya Amerîka û Îranê hat aşkerekirin
Berpirsên bilind ên Amerîka û Îranê xwe ji bo gera nû ya danûstandinan amade dikin. Tê payîn ku her du alî li ser dosyeya navokî bigihêjin peymaneke destpêkî.

Berpirsekî bilind ê Îranî ji tora nûçeyan a Amerîkî "CNN" re ragihand, amadekarî bidawî bûne û roja Duşemê şandeyên her du welatan dê li Pakistanê li ser maseya danustandinan rûnin. Aliyê Îranî hêvî dike ku di nava çend rojên bê de peymaneke destpêkî were îmzekirin.
Li aliyê din, ajansa "Reuters" ji zarê berpirsekî Amerîkî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump di van danûstandinan de ji "hêlên xwe yên sor" paşve gavan navêje. Tevî vê yekê, çavkaniyên Îranî behsa "çareseriyeke navendî" dikin, ku rê bide Îran beşek ji yedeka xwe yên atomî kêm bike yan jî ji welat derxîne.
Di heman demê de, daneyên navneteweyî yên şopandina keştiyan nîşan didin ku rageşiya li navçeyê hinekî kêm bûye. Hat ragihandin, çendîn tankêrên petrolê bêyî pirsgirêk ji Tengava Hurmizê derbas bûne, ku ev yek wekî nîşaneke erênî ya pêvajoya danûstandinan tê dîtin.
Ev gera nû ya hevdîtinan, piştî civîna 11ê Nîsana 2026an tê, ku li Îslamabadê 21 saetan ajotibû. Piştî wê civînê, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kiribû, tevî nîqaşên li ser mijarên "cewherî", hîn li ser peymaneke dawî li hev nehatine.
Nûvekirina herî dawî: 11:54:16






































































































































































