Dema dengdanê ya ji bo helbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê hat aşkerekirin

Mafê zêdetir ji 600 hezar endaman heye ku 800 endamên kongreyê hilbijêrin

22 Tebax 2022 - 07:53
22 Tebax 2022 - 07:53
 0
Dema dengdanê ya ji bo helbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê hat aşkerekirin

Cîgirê Serokê Komîteya Amadekar a Kongreya 14emîn a PDKê Necat Hesen ji K24ê re ragihand, biryar e roja 27ê Tebaxa 2022an helbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê dest pê bike.

Got jî, proseya dengdanê dê çend rojan berdewam bike, li gor zêdebûna hejmara dengdêran jî dê dema dengdanê bê dirêjkirin.

Da zanîn jî, “mafê zêdetir ji 600 hezar endaman heye ku 800 endamên kongreyê hilbijêrin.”

Li gor peyrewa kongreyê, tenê endamên Polîtburoyê û Serkirdatiyê bê dengdan dibin endamên kongreyê û sedî 25ê endamên kongreyê jî dê jin bin.

Biryar e Kongreya 14emîn a PDKê di meha Mijdara bê de li Duhokê birêve biçe.

Ev nûçe bi tevahî 485 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:52:50