Deriyê Hemran-Um Cilûd ê di navbera Cerablus û Minbicê de hat girtin

Grûpên çekdar ser bi Tirkiye deriyê Hemran-Um Cilûd di navbera bajarê Cerablus û Minbicê de girtin.

16 Hezîran 2023 - 03:02
16 Hezîran 2023 - 03:02
 0
Deriyê Hemran-Um Cilûd ê di navbera Cerablus û Minbicê de hat girtin

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 15ê Hezîranê grûpên çekdar ser bi Tirkiye deriyê Hemran-Um Cilûd ku di navbera bajarê Cerablus û Minbicê de bi hiceta firîna firokeyên Rûsyayê li navçeyê girtin.

Roja 30ê Adara borî jî, deriyê Ewn Dadat di navbera navçeyên Rêveberiya Xweser û navçeyên opozisyonê de li bakurê Sûriyê hatibû girtin.

Deriyê Hemran-Um Cilûd bajarê Cerablusê ku di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye ji bajarê Minbicê ku di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê de ku HSD piştgiriya wan dike ji hev vediqetîne.

Ev nûçe bi tevahî 501 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:12:42