Desteya Tehrîr el-Şam bi temamî Efrînê birêve dibe

Heta niha Heyet Tehrîr el-Şam, herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi temamî bi rêve dibe.

28 Cotmeh 2022 - 05:00
28 Cotmeh 2022 - 05:00
 0
Desteya Tehrîr el-Şam bi temamî Efrînê birêve dibe

Çavkaniyekê ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re eşkere kir ku heta niha nûnerên Heyet Tehrîr el-Şam li navendên emnî û li ser rêbendan hene û her tişt bi fermana wan tê birêvebirin.

Heyet el-Şam di bin navê saziyên polîsên serbazî û çekdarên Heyet Saîron de kar dike ji bo ku hebûna wan ne li ber çavan be.

Li aliyê din hinek çavkaniyên emnî yên Tirk ji malpereke Berîtanî re aşkere kirine ku Tirkiyê pilan dike ku hemû grûpên çekdar ên opozosyona Sûriyê hilweşîne û artêşeke nû ya yekgirtî ji wan ava bike.

Ev nûçe bi tevahî 443 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:40:01