Di nav du salên borî de gelek dewlemendên Kurdistanê bar kirine!

Pisporekî aborî: Divê hikûmet pêşiya vê yekê bigire

21 Sibat 2017 - 17:13
21 Sibat 2017 - 17:13
 0
Di nav du salên borî de gelek dewlemendên Kurdistanê bar kirine!

Pisporekî aborî dibêje, di heyama du salên borî de gelek bazirgan û sermayedarên Kurdistanê dirav û sermayeya xwe birine derve.

Mamostayê beşa aborî li zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê, Karwan Sebah Hewramî ji BasNewsê re got, bi derketina kirîza darayî li Herêma Kurdistanê re gelek bazirgan û sermayedar dirav û sermayeya xwe birine derve.

Mamosta Karwan her wiha got, piraniya wan bazirgan û dewlemendan jî diçin Tirkiyê ji ber ku Tirkiye gelek alîkarî û hêsankarî bo bazirgan û dewlemendan dike.

Wî pisporê abor daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê kir, hêsankariyê bo bazirgan û dewlemendan Kurdistanê bike da ku dirav û pereyê xwe nebin derve û got, ji ber ku çiqas sermaye ji Kurdistanê derkeve ewqas aboriya Kurdistanê zirarê dibîne.

Ev nûçe bi tevahî 2192 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:57:17