Di Operasyona Mertalê Firatê de 6 leşkeren Tirk birîndar bûn

Hat ragihandin ku di Operasyona Mertalê Firatê de 6 leşkerên artêşa Hêza Çekdar a Tirkiyeyê li herêma El Babê ji ber sedemeke ne diyar birîndar bûn.

21 Berfanbar 2016 - 03:31
21 Berfanbar 2016 - 03:31
 0
Di Operasyona Mertalê Firatê de 6 leşkeren Tirk birîndar bûn

Hat ragihandin ku di Operasyona Mertalê Firatê de 6 leşkerên artêşa Hêza Çekdar a Tirkiyeyê li herêma El Babê ya Rojavayê Kurdistane ji ber sedemeke ne diyar birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Kilisê.

Di Operasyona Mertalê Firatê ku ji terefê Hêza Çekdar a Tirkiyeyê ve ev 120 roj in piştgiriyê dide Artêşa Sûriyeya Azad û li bakurê Suriyeyê didome de 6 leşker tirk ji ber sedemeke ne diyar birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi wesayîtan birin xeta sînor û ji wir jî bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê. Li gorî zanyariyan rewşa leşkerên birîndar baş e.

Ev nûçe bi tevahî 2126 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:24:13