Di şewata Stebolê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da

Li taxa Tarlabaşi ya Beyogluya Stenbolê di şewatê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da.

18 Adar 2017 - 12:36
18 Adar 2017 - 12:36
 0
Di şewata Stebolê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest da

Li gorî nûçeyan li Tarlabaşiya navçeya Beyoglu ya Stenbolê di avahiyekê de şewat derket.

Li gorî zanyariyên berdest, di şewata avahiya navçeya Bdeyogluyê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Sê zarokên bi navê Îsa Şahîn 5 salî, Evdirehman Şahîn 4 salî û Vedat Şahîn 2 salî di malê de razayî bûne û jiyana xwe ji dest dane

Li gorî gotina cîranan agir jiber sedema sobê derketiye. Navê bavê zarokan Remezan Şahîn e û xelkê Kerborana Mêrdînê ye.

Ev nûçe bi tevahî 2198 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:54:55