Di van du rojan de germahî digihîje 50 pileyan

Li Iraqê pêleke germahiyê dest pê dike û tê pêşbînîkirin, pileya germahiyê bigihîje 50 pileyan.

1 Hezîran 2022 - 09:52
1 Hezîran 2022 - 09:52
 0
Di van du rojan de germahî digihîje 50 pileyan

Desteya Keşnasî ya Iraqê bi daxuyaniyekê pêşbîniyên xwe yên ji bo sê rojên bê yên rewşa hewayê belav kir û ragihand, ji sibê ve (2 Hezîranê) esmanê temamê Iraqê sahî ye û pileyên germahiyê bilind dibe.

Herwiha Keşnasiya Iraqê pêşbînî dike, ji ber bandora pêla hewayeke germ, rojên pêncşem, înî û şemiyê bi ciyawaziya navçeyan, ji çar heta şeş pile bilind dibe.

Li gor pêşbîniyan, li hinek deverên başûrê Iraqê pileyên germahiyê digihîje 50 pileyan

Ev nûçe bi tevahî 1000 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:33:04