Di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 2 hezar û 550 kes hatin kuştin
HRANAyê ragihand ku di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 2 hezar û 550 kes hatin kuştin.

Xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber krîza aborî dest pê kiribûn, roja xwe ya 17an li pey xwe hişt.
Di were gotin ku li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevlîhevî serdest e.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya giran a rûdanan eşkere kir.
Li gorî HRANAyê, hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye derketiye 2 hezar û 550 kesî.
Her wiha hat ragihandin ku înternet li seranserê welêt hema bêje bi temamî qut bûye û li Rojhilatê Kurdistanê pevçûn dijwar bûne.
Hejmara kuştiyan metirsîdar e
Li gorî rapora HRANAyê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, asta tundiyê her ku diçe zêdetir dibe.
Di raporê de ev agahî cih girtin:
Kuştî: Bi giştî 2 hezar û 403 xwenîşanderan canê xwe ji dest daye ku 12 ji wan zarokên di bin 18 saliyê de ne.
Hat diyarkirin ku di pevçûnan de 147 endamên hêzên ewlehiyê jî mirine.
Girtî û birîndar: Di bûyeran de hezar û 134 kes birîndar bûne û 18 hezar û 434 kes hatine desteserkirin.
Rayedarên Îranê li ser hejmara mirî û birîndaran bêdengiya xwe diparêzin.
Li Rojhilatê Kurdistanê gireva giştî û pevçûnên dijwar
Yek ji wan herêmên ku xwenîşanda herî zêde lê dijwar in Rojhilatê Kurdistanê ye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Sine, Mehabad, Kirmaşan û Seqizê esnafan ji bo protestokirina rejîmê çalakiyên gireva giştî dane destpêkirin û dikanên xwe girtin.
Hat gotin ku birêvebiriya Tehranê yekîneyên Supaya Pasdaran bi çekên giran şandine herêmê.
Li kolanên Mehabadê car caran şerê germ diqewime û xelk bi danîna barîkatan li ber xwe dide.
Çalakvanên li herêmê piştrast kirin ku hêzên ewlehiyê guleyên rastîn li sivîlan reşandin.
Xelk di "tariya dîjîtal" de ye
Rejîma Îranê ji bo ku rê li ber rêxistinkirina xwenîşandanan û belavbûna dîmenan bigire înternet qut kiriye.
Daneyên NetBlocksê da zanîn ku înterneta mobîl li seranserê Îranê bi temamî qut bûye û di înterneta malan de jî hêdîbûn û qutbûnên cidî hene.
Astengiya VPNyê
Tê gotin ku hikûmetê ji bo astengkirina servîsên VPNyê dîwarên ewlehiyê nû kirine û xelk di pêwendîdanînê de zehmetiyeke mezin dikişîne.
Esnafên Bazara Mezin a Tehranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an piştî ku riyalê Îranê li hemberî dovîzê bi awayekî dîrokî bêqîmet bû, dikanên xwe girtibûn û dest bi protestoyan kiribûn.
Xwenîşandanên ku bi daxwazên aborî dest pê kiribûn di demeke kurt de veguherîbûn tevgereke li dijî rejîmê û li hemû welêt belav bûbûn.
Nûvekirina herî dawî: 13:06:03








































































































































































