Di xwenîşandanên Îranê de hejmara miriyan derket 65an

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwenîşandanên ji ber pirsgirêkên aborî dest pê kirine de hejmara kesên canê xwe ji dest daye derketiye 65an.

10 Çile 2026 - 11:04
10 Çile 2026 - 11:04
 0
Di xwenîşandanên Îranê de hejmara miriyan derket 65an

Di rapora ku li ser malpera Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye de hat weşandin, derbarê xwenîşandanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 13 roj in didomin de agahî hatin dayîn.

Di raporê de hat diyarkirin ku di xwenîşandanên li 31 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne de, 7 jê zarok bi giştî 50 çalakvan û 15 endamên hêzên ewlehiyê mirine.

Her wiha hat destnîşankirin ku li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar û 311 kes hatine desteserkirin.

Di raporê de hat tekez kirin ku di bûyeran de bi dehan kes birîndar bûne û birîndarbûn bi piranî ji ber guleyên saçme û plastîk çêbûne.

Rayedarên Îranê derbarê mirî û birîndaran ti daxuyaniyên fermî nedane.

HRANAyê doh di rapora xwe ya roja 12an de ragihandibû ku hejmara miriyan derketiye 42yan û ya desteserkiriyan jî derketiye 2 hezar û 277an.

Xwenîşandanên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber bêqîmetbûna pereyê herêmî û pirsgirêkên aborî ji aliyê esnafên Bazara Mezin a Tehranê ve hatibûn destpêkirin, li gelek bajaran belav bûn.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihandibû ku hejmara polîsên birîndar derketiye 568an û ya endamên Besîcê jî derketiye 66an.

Di bûyeran de zerer gihîştiye sazî û wesayîtên fermî û doh li Tehranê hişyariya "dernekevin derve" hatibû dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:17:45