Di xwepêşandanên Tehranê de 5 kes hatin kuştin!

Di berdewama xwepêşandan û nerazîbûnên seranserê Îranê ku ji ber rewşa xirab a aborî û giraniyê de, hêzên ewlehiya Îranê li hember xwepêşanderan tundiyê bikaranîn û 5 kes li Tehranê hatin kuştin.

31 Berfanbar 2017 - 05:00
31 Berfanbar 2017 - 05:00
 0
Di xwepêşandanên Tehranê de 5 kes hatin kuştin!

Li gor zanyarî û nûçeyên geheştin BasNewsê di encama aloziyên di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiya Îranê yên li Tehranê de 5 kes bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin.

Herwaha li gor zanyariyên geheştin BasNewsê li bajarê Kirmaşanê 8 kes birîndar bûne û herwaha li Kirmaşanê fermandarek hêzên ewlehiya Îranê hatiye kuştin.

Herwaha li gor zanyariyên BasNewsê naha li bakûrê Îranê, li bajarê Ormiyê yê rojhilatê Kurdistanê, Erak navenda Îranê û Bender Ebas li başûrê Îranê xelk li ser şeqamane û li dijî hikûmetê xwepêşandanan dikin û hêzên ewlehiyê jî bi gazên rondikan dixwazin wan belav bikin.

Ev nûçe bi tevahî 2002 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:33:03