Diyanet dê bi 8 zimanan xutbeyê bide: Kurdî dîsa nîne

Serokatiya Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê ragihand ku ew dê bi 8 zimanan xutbeyê bide lê cih neda zimanê Kurdî.

9 Berfanbar 2023 - 05:43
9 Berfanbar 2023 - 05:43
 0
Diyanet dê bi 8 zimanan xutbeyê bide: Kurdî dîsa nîne

Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Alî Erbaş li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, bi hevkariya Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokkomariyê, dê xutbeyên serokatiyê yên înê ûrojên cejnê bi 8 zimanan li ser sîstema "e-Devlet"ê cih bigirin.

Di nav vêbijêrkên zimanan de Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Rûsî cih digirin lê zimanê Kurdî di nava vebijêrkan de cih negirt.

Ev nûçe bi tevahî 1047 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:39:45