Donald Trump sond xwar û dîsa bû serokê Amerîkayê

Donald Trump sondxwar û bi fermî bû serokê 47emîn ê Amerîkayê.

21 Çile 2025 - 06:56
21 Çile 2025 - 06:56
 0
Donald Trump sond xwar û dîsa bû serokê Amerîkayê

Donald Trump piştî ku di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de  bi ser ket û li Washingtonê merasîma sondxwarinê pêk hat û bû serokê 47emîn ê Amerîkayê.

Li Washingtonê merasîma sondxwarinê ya Donald Trump bi beşdariya bi hezaran kesan pêk hat.

Trump sond xwar û got: "Ez sond dixwim ku ez ê bi dilsozî erkê xwe yê serokatiya Amerîkayê bi cih bînim û destûra dewletê biparêzim û pêk bînim."

Trump di hilbijartinan de li hemberî namzeda Demokratan Kamala Harris bi ser ketibû û 270 delegeyên pêwîst bi dest xistibû.

Di merasîmê de endamên malbata Trump û rayedarên bilind ên dewletê amade bûn.

Pêwîst e were gotin ku Trump berê jî di navbera salên 2016-2020an de serokatiya Amerîkayê kiribû.

Trump dê ji îro pê ve dest bi erkê xwe yê serokatiyê bike û ji bo çar salên bê dê rêveberiya Amerîkayê bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 417 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:56:04